Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li roja Pêncşemî erîşên bo ser enbarên mûçekiya rêjîmê zêdetir bûne

17:08 - 19 Hezîran 2025

Pêka dawî raporên belavbûyî û girtevîdyoyên êrîşên dijwar ên balafirên Îsraîlî bo ser rêjîmê, li demjimêrên sibêdeha roja Pêncşemî 28ê Cozerdanê, padigana “Fetih” a spaha pasdaran li parêzgeha Elborz ku navendeke mezin a paşkevtkirina diron û mûşekên spaha pasdarn a terorîst e hatiye teqandin.

Herwisa li demjimêr 12ê nîvro ya roja Pêncşemiyê, li çiyayê Sultanabad a bajarê Şîrazê de enbarên mûşekî û dironiya spaha pasdaran, bû armanca bombên Îsraîlî û hate teqandin.

Herwisa li vê rojê de zêder û 7 heta 8 teqînên mezin ên lipey hev li devera Melard û Bîdgeneyê li rojavayê parêzgeha Têhranê ku navend û enbarên mezin ên mûşekî û dironiya rêjîmê û herwisa navendên ceribandina mûşekî û dironiya spaha pasdaran a terorîst e, bûne armanc û berqa deverên derdora “Sefadeşt, Bîdgene û başûrê Ferdîs” tûşî qutbûna demkî hatine.

Îsraîl bi tundî enbarên mûşekî dironiya rêjîmê bombebaran dike.