
Komkujî û qirkirina gelê Belûç ji aliyê rêjîma Îranê ve bi awayekî tirajîk bi rê ve diçe û mixabin dunyayê li hember jinavbirina gelê Belûç de çavê xwe danane ser hev.
Şev û roj di nava bajar û gundan de xelkê didne ber teqê, bê rehmane şewatberan dikujin û agir berdidne laşê wan, rojane xelkê û jin û zarokan direvînin û cinayet û desdirêjiyê dikne ser wan, kêm roj heye çendîn Belûç li girtîgehan de neyêne bidarvekirin û heta termê wan jî radestî malbatên wan nakin, rojane çendîn gund û malên xelkê bi lodêran xirab dikin û xelkê bi zorî koçber dikin. Tewawî nawçên Belûçistanê wekî meydana şerê 2 welatan, bi tang û top û hêza serbazî hatiye tejî kirin, û bi giştî jiyan û xizmetguzarî livê çinîne.
Roja Sêşemî 13ê Cozerdanê, girtiyekî Belûç ê bi navê Mecîd Bêhzadî xelkê gundê Miyanderanê ser bi bajarê “Zêhkulot” li girtîgeha rêjîmê li bajarê “Menûcan”ê, hate bidarvekirin.
Herwisas li 11ê Cozerdanê, “Sadiq Şehnewazî”, naskirî bi “Exter”, kurê Cehangîr û “Emîrhusên Şehnewazî” kurê Quddûs, li rêya Pehre-Bizpîran”ê de ji aliyê kesên nenaskirî ve hatine kuştin.
Herwisa li vê rojê de bi sedema bûyera hatinûçonê li gundî “Kelanî” ser bi bajarê “Deştiyarî”yê, şewatberek ê bi navê :”Nûrmihemed Dilşeb”, kurê Misafir, canê xwe ji dest da û “Ebdullah tarac” kurê Qadirdad, jî li vê bûyerê de birîûndar bûye.
Herwisa Fexrullah Şîrozîhî yê temen 30 salî kurê Xulam û Îbrahîm Liceyî” temen 35 salî kurê “Ebdulhemîd” li girtîûgeh arêjîmê li bajarê “Bem”ê de hatine bidarvekirin.
Bi vê pêkêji 19ê Xakelêwe heta 13ê Cozerdanê, zêdetir ji 59 girtiyên Belûç” li girtîgehên rêjîmê de hatine bidarvekirin.