
Rêjîma Îranê li dema ku nimêjkerêm misilman li mizgevtekê de li bajarê Heyfayê, mijîlê nimêjkirinê bûn, ew mizgevt kire armanc û pêka raporên destpêkî, çendîn nimêjker birîndar bûne.
Roja Înê 30ê Cozerdanê, li demjimrên serawarê bi dema Îsraîlê, Mizgevta dîrokî ya “El-Cerîne” li bajarê Heyfayê de bû armanca mûşekek balistîkî ya rêjîmê Îranê ku xisareke mezin bi vê mizgevta dîrokî kevt û pêka raporên destpêkî hejmarek ji nimêjkerên vê mizgevtê û herwisa pêşnimêjê vê mizgevtê ku vê demê de mijûlê nimêjkirinê bûn bi dijwarî birîndar bûne lê bi sedema herifîna beşek ji mizgevtê, ti amarek ji kuştiyên vê êrîşa nemirovaneya rêjîmê belav nebûye.
Pêştir jî, “Gideon Sa'ar” ê Wezîrê Derve yê Îsraîl ragihandibû ku rêjîma Îranê bi zanebûn, cihên medenî û xelkê medenî yên misilman, kiristiyan û cihûyan, dike armanc.