
“Eyal Zamir” ê Serokê Stada Giştî ya Artêşa Îsraîl ragihand ku zêdetir ji nîveya lançêrên avêtina mûşekên rêjîma Îranê ji nav birine û dibe şerê demdirêj li dijî rêjîma Îranê, berdewam be.
Navbirî li roja Îranê 30 cozerdanê, tevî tekezî li ser vê yekê ku dibe Îsraîl bo şerekî demdirêj amade be, ragihand ku me destkevtên mezin bi dest xwe ve anîne.
Herwisa navbirî tevî îşare bi jinavbirina fermandeyên spaha pasdaran a terorîst û berdewambûn li jinavbirina wan terorîstan, ragihand ku berê êrîşa me bo ser rêjîmê wan 2 hezar û 500 mûşek hebû ku heta niha 500 mûşek avêtine îsraîlê û hekî me pêşdestî nekiraba dê 8 hezar û 500 mûşekên din jî berhem anîban.
Hejmareke zêde û nexuya ji diron û mûşekên rêjîmê li êrîşên Îsraîlê bo ser rêjîmê, hatine jinavbirin.