Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê bi rêya “app”ên xwecihî hewla sîxurîkirin li xelkê Îranê dide

11:41 - 21 Hezîran 2025

Piştî daxistina tevav a înternt li Îranê li wan çend rojan, berpirsên rêjîmê bi xelkê ragihandine ku bi rêya “app”ên xwecihî yên Îranê dikarin pêwendiyê bi hev re û bi awayekî sînordar bo derveyê Îranê ve bigrin, cihê gotinê ye ku tevahiya appên xwecihî bi tevavî têne kontrolkirin.

Wezareta pêwendî ya rêjîmê bi belavkirina daxuyaniyekê rû bi xelkê Îranê gotiye: “Îmkana pêwendiya xelkê Îranê bo derve û malbatên wan li navxweyî Îranê bi rêya appên xwecihî yên wek “Belê, Robîka, Eyta, Surûş û …hd” hatiye amadekirin”.

Appên xwecihî bi awayek ji aliyê rîjîmê ve hatine çêkirin ku tevahiya pêwendiyên bi rêya wan appan, ji aliyê dezgehên ewlehî ve bi hêsanî têne kontrolkirin û bi wî awayî bi hêsanî rêjîma Îranê sîxurî li xelkê Îranê dike.