Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îtilaat rêjîmê 3 welatiyên xelkê bajarên Mihabad û Bokanê binçav kirin

11:46 - 21 Hezîran 2025

Li bedewamiya binçavkirinên xoseraneya welatiyên Kurd ji aliyê rêjîmê li Rojhilatê Kurdistanê, 2 welatiyên xelkê Mihabadê û welatiyekî xelkê bajarê Bokanê li malên wan hatine binçavkirin.

Pêka rapora Hengawê, roja Pêncşemî 29ê Cozerdanê, “Surûş Yûsifzade û Mêhran Xedîrîpûr” ên xelkê bajarê Mihabadê li êrîşa xoseraneya hêzên îtilaata rêjîmê li malên wan de hatine binçavkirin.

Roja pêştîr jî hêzên îtilaata rêjîmê êrîş kirbûne ser mala “Mêhran Xedîrîpûr” lê nekarîbûn wî binçav bikin.

Hêzên rêjîmê li dema binçavkirina “Surûş Yûsifzade”, dest bi ser alavên wî yên kesîn û herwisa têlêfona bav û birayê wî de jî girtine.

Herwisa li roja Çarşemiyê 28ê Cozerdanê, Îsmaîl Îsmaîlpûr, temen 60 salî xelkê bajarê bokanê, li êrîşa hêzên îtilaata rêjîmê bo ser mala wî, hate girtin û pêka hinek zanyariyan bo girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.

Heta belavbûna vê nûçeyê sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wan welatiyan û cihê ragirtina wan bi serastî nehatiye zanîn.