Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xendekarekî xelkê bajarê Mihabadê ji aliyê îtilaata rêjîmê ve hate binçavkirin

11:49 - 21 Hezîran 2025

Xwendekarekî Kurd ê zanîngeha Azad li bajarê Mihabadê, ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê li şeqameke bajarê Mihabadê de bi awayê xoserane û bê belgeya yasayî, hate girtin û bo cihek nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora Kurdpayê, roja Pêncşemî 29ê Cozerdanê, xwendekarekî asta karnasiyê li zanista Hiqûq a zanîngeha Azad a bajarê Mihabadê yê bi navê “Pûrya Nesîrî”, bê belgeya yasayî û bi awayekî xoserane, ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê li şeqameke bajarê Mihabadê de hate girtin û bo cihek nexuya hate veguhastin.

Ev xwendekarê Kurd ê xwelkê bajarê Mihabadê, pêştir jî li roja Duşemî 8ê Xezelwera 1402 a Rojî de jî, ji aliyê hêzên hov ên îtilaata rêjîmê ve li bajarê Mihabadê, hatibû binçavkirin.

Heta belavbûna vê nûçeyê, sedema binçavkirin, tohmetên sepandî û cihê ragirtina wî xwendekarê Kurd nehatiye zanîn.