
3 berpirsên spaha quds a spaha pasdaran a terorîst li êrîşên roja Înê bo ser rêjîma Îranê, li çend cihên dûr ji hev, hatine kuştin.
Pêka raporên belavbûyî, li êrîşa roja Înê 30ê Cozerdanê, pasdar “Seîd Îzedî” fermandeyê payebilind ê spaha quds a ser bi spaha pasdaran a terorîst û berpirsê vê hêzê li Felestînê, ku pileya serdarî hebû, li taxa “Salariyê” ya bajarê Qumê de bû armanca balafirên Îsraîlî û hate kuştin.
Herwisa berpirsê nû yê dironên spaha pasdaran a terorîst yê bi navê “Emîn Pûrcodekî” ku çend roj bû hatibû ser kar û berpirsê çavdêrî û bi rêxistina dironên bombrêjkirî yê spaha pasdaran û kiryarên terorîstî li derveyî Îranê bû, li êrîşa roja Înê de hatiye kuştin.
Li heftiay derbasbûpyî de ew duyemîn berpirsê dironiya spaha pasdaran e ku tê kuştin.
Herwisa pasdarekî din ê bi navê “Bêhnan Şehriyarî” ku berpirsê veguhastina cebilxane, diron, mûşek û diraf ê spaha pasdaran bo milîsên ser bi vê rêjîmê li “Sûriye Lubnan, Felestîn û Yemen”ê bû, li maşîna xwe de li devereke Rojhilatê Kurdistanê, bû armanca balafireke Îsraîlî û bi maşînê ve hate teqandin.