Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Derfetek zêrîm

13:05 - 21 Hezîran 2025

N. Nûredîn Sofîzade

Bi salan rêjîma dîktatora Îslamî cehd dikir ku bêxe zêhna xelkê Îranê de ku bêje wan Îsraîl û Amerîka dujminê wan e. Lê îro em bi çavê xwe dibînin ku êrîşên Îsraîl ne tenê xelkê sivî li Îranê de nake armanc û cehdê dike ku xisar ber xelkê nekeve, belku yêk bi du yêkê de wan deshilatdar û piledarên ku bi salan e destê wan bi xwîna xelkê welat sor bûye û di qesr û koşkên xeyalî de kevtibûne dizî û fesadê.

Ev kesane bûne armanc ku ji serweta xelkê Îranê, ji keda kirêkaran, mamostayan, karmendan, û qatên cudaye civakê didizîn û dixwarin, kesanekan dike armanc ku sebebkarê hemî rojreşî, kuştar, sêdaredana lavan, tepeserkar, terorîst, û dijî hemî xweşî û azadiyekî xelkê ne.

Rêjîma dîktator ku bi salan bi pirojên îtlaatî û emelyatî li Sûriye, Îraq, Lubnan, Felistîn, Yemen û gelek cihên din, dixwast her derî aloz û ne ewle bike daku agirê sernixûniya xwe ji xwe dûr bike, niha kevtiye nava rewşekê ku divê hebxwe bersiv peyda kiribe ku gelo çima evên li koşk û serayande rûniştinî bûne armanca êrîşa Îsraîl, ne xelkê bindeste Îranê.

Ku wisaye ev gotina raste ku, Ne Îsraîl dujminê xelkê Îranê ye, û ne jî rêjîma Îranê nûner û qeyûmê wan e.

Niha pitir ji her demê girîng e ku dengê rastîn û azadîxwaziya xelkê Îranê bigehe guhê cîhanê, heta ku media, raya giştî, dewlet û rêkxistin bi rondikên direvîn û xwe mezlûmkirina komara neyêne xapandin. Xelkek ku bi salan ji aliyê wê rêjîmê ve hatiye tepeserkirin, hatiye kuştin, talankirin, îro qurbanî nîne belku derfetek zêrîn bo hatiye pêş ku ji destê êxsîriya vê rêjîmê xwe xelas bikin.

Niha sitûnên kela zilma rêjîma Îranê kevtine lerzînê û ev qonaxa me gelê Kurd û rêkxistinên siyasî jî erkdar dike ku hewceye bilez tev bigerin bo çêkirina yêkitî û yêkhelwêstiyê ku çavê gelê me li we ye daku bikarin li vê derfetê de gel rêkxistin bikin daku vê carê jî bi sedema nakokiyên îdolojî û rêkxiraweyî derfet ji dest neçe ku piştre poşmanî çi çareserî nîne.

Lewra derfetek zêrîn bo netewên bê mafe wek Kurd, Belûç û Ereb re hatiye pêş ku wan ji hemî demê bêtr erkdar dike ku ji wê derfetê mifahê wergirin, xwe rêkxistin bikin, bi yêkdengî û yêk gotarî dengê xwe bilind bikin û çarenivîsiya xwe bidest bigrin ku sedan sale ji aliyê qewmeke navendgera û bi navê yêk milet û yêk xak û yêk ala û yêk çanê, cehda asîmîlasyona netewên jêrdest daye.

Gelê me amadeyê her rewşekêye û hertim amade bûye li pêxema armancên netewî û azadiyê de, hemî nirxekê bide, lê tenê çavê wan li yêkdengiya partên siyasiye ku pêşengiya wan bikin.

Hewceye ku partî û rêkxistinên netewî yên Rojhilatê Kurdistanê ku di nava gelê me de xwedî pêgeh û mitmaneya siyasî ne û gel wan bi pêşengê xebat û doza rizgarîxwaziyê dizane, bi hemî cudahiyên fikrî û rêkxistinî û îdolojîk, cudatiyên xwe danêne qirax û bi yêkgotarî û amadekarî bo pêşhatan, gel dilgerim bikin bo xebat û berxwedanê.

Tenê yêkitî û hevkarî û hevxebatiya partiyên siyasiye me ye ku dikare serkeftinê misoger bike û pêşerojekî geş ava bike.

Berî hemî aliyekê çavnihêriya gel ji Hizba Dêmokrat a Kurdiastana Îranê heye ku gorî qeware û hêz û hitbar û derbasbûyî ku bandora rastevxwe li ser bihêzbûna hişmendiya netewî li Rojhilatê Kurdistanê heye, divê pêşqedemê çêkirina vê yêkitî û hevxebatiya partî û aliyên siyasî be û hemî aliyekî azadîxwez û welatparêz ku bawerî bi mafê netewî hene û rêzê ji dêmokrasiyê digrin, li devra maseya biryar û helwêsta bo qonaxa niha kom bike.