Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qedera çendîn welatiyên binçavkirî piştî derbasbûna zêdetir ji heftiyekê hêj nerohn e

14:29 - 3 Hezîran 2025

Piştî binçavkirina xoserane û bê belgeya yasayî, ya 5 welatiyên xelkê bajarê Seqizê û 2 welatiyên xelkê bajarê Banê , li 4 û 5ê Cozerdanê, qedra wan welatiyan her bi nerohnî maye.

Piştî derbasbûpna zêdetir ji heftiyekê ji binçavkirina 5 welatiyên xelkê bajarê Seqizê yên bi navên “Hîwa Ehmedî, Soran Sultanî, Rehîm Qudretî, Mihemed Zebîhî û Idrîs Elîmihemedî” qedra wan welatiyan her bi nerohnî maye.

Ew girtiyane li êrîşa xoserane û hovaneya hêzên îtilaata rêjîmê bo ser malên wan li bajarê Seqêzî de bi awayekî tundîtîj hatiner binçavkirin.

Herwisa qedera 2 welatiyên xelkê bajarê Banê yên bi navê “Saman Kerîmî”, girtiyê berê yê siyasî û hevjîma wî “Ferzane Reşîdî” piştî derbasbûna zêdetir ji heftiyekêhê bi nerohnî maye.

Saman Kerîmî li şeqameke bajarê Banê û hevjîna wî, Ferzane Reşîdî” li êrîşa xoseraneya hêzên îtilaata rêjîmê bo ser mala wan, hatine binçavkirin.

Heta belavbûna vê nûçeyê, sedema binçavkirina xosearne û bê belgeya yasayî ya wan welatiyên Kurd, û herwisa tohmeta sepandî bi ser wan û cihê ragirtina wan jî nehatiye zanîn.