Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Firokên B 2 yên Amerîka binkên Navikiye Îranê bombebaran kirin

11:30 - 22 Hezîran 2025

Şeva derbasbûyî wan 6 balafirên startejîk ên cura B2 ji binkeya girava Goam li deryaya Aram li oparasyonekî nişkêve de 3 binkên Etomiye rêjîma Îranê anku Fordo, Netenz û Îsfehanê kirne armanc û teqandin.

Wan firokên B 2 bi bombeyên taybet ev binkane bombebaran kirin.

Navendên etomî û bi taybet ya Fordoyê 80 metran li bin erdê deye û Îsraîl çi çekekî wisa çinebû ku bikare 80 metr erdê bibire û bikare xisarê li Fordoyê bide, lewra benda beşdariya rastevxwe a Amerîkayê bû ku şeva derbasbûyî demjimêr 3 ê şefeqê, Amerika bi wan firokên xwe û bombên taybet êrîş kire ser her sêk binkên Etomiye rêjîmê.

Tiram serkomarê Amerîka demjimêrekê piştre ragihand ku me karî binkeya etomiya Fordoyê ji nav bibin.

Tiram pîrozbahî li Amerîka û Îsraîl kir û daxwaz ji rêjîma Îranê kir niha dema danûstandinê ye.

Rêjîma Îranê gefa derbe lêdan li hêzên Amerîka ye û dibêje şer taze destpê kir.

Ji aliyê din ve fermandeyê “CENTCOM”ê li roja derbasbûyî de ragihand ku balafirên startejîk ên cura “B52” li binkey Diyêgo Garsiya li deryaya Hind de amade ne û Donald Trump ê Serkomarê Amerîkayê jî ragihandiye ku li pêwendiyek tevav digel “CENTCOM”ê de ne û hevahengiya tevav heye.