
Donald Trump ê Serkomarê Amerîkayê ragihand ku li êrîşa esmanî û mûşekiya Amerîka bo ser navendên navkî yên “Fordû, Netenz û Îsfehanê” ev bi tevavî hatine jinavbirin û, binkeya Fordo bi 6 bombên 14 tonî û navendên Netenz û Îsfehan bi 30 mûşekên mezin ên Tamhawk ku ji jêrderyayiyên Amerîkayê ve kiribûne armanc, ew operasiyon hatiye kirin.
Niha ku Amerîka bi avayê rasterast kevte nava şer, rêjîma Îranê gef kirin ku hemî binke û berjewendiya Amerîka li welatên Rojhilata Navîn de dê bike armanc, deshilatdarên rêjîma Îranê ragihandin ku dê tolekî dijwar dê ji Amerîka wekin.
Rêjîma Îranê daxwaz ji civaka navnetewî kiriye ku êrîşa Amerîka şermezar bikin û helwêstê bigrin.
Heya niha tu rêkxistin û welatek li ser rêjîma Îranê cihab nehatiye û piştewaniya Îranê nekiriye, heta Rûsiye û Çîn jî tenê li çarçoveya daxwaza ragirtina şer de helwêst hebûne û dibêjin pirskirêkan li riya danûstandinê ve çareser bikin.