
Saziya Lêbihorîna Navnetewî li derheq bidarvekinên bi tohmeta sîxurî bo Îsarîl li Îranê hûşdar da.
Piştî êrîşa Îsraîl bo ser rêjîma Îranê û girtina bi kom a xelkê medenî ji aliyê rêjîmê bi tohmeta sîxurîkirin bo Îsraîl, Saziya Lêbihorîna Navnetewî li derheq zêdebûna rêjeya sepandin û birêvebirina sizaya bidarvekirinê bi vê tohmetê li Îranê de bi micidî hûşdar da.
Vê saziya navnetewî ragiahndiye: “Destûrndana berpirsan bo dadgehîkirin û bidarvekirina lezgîn a girtiyan bi tohmeta hevkarî digel Îsraîl, nîşaneya vê ye ku rêjîma Îranê, bidarvekirinê wek alavek bo qahîmkirina desthilat û tirsandina xelkê bi kar tîne
Vê Saziyê daxwaz ji berpirsên rêjîmê kiriye ku birêvebirina hemû bidarvekirinên xoserane rawestîne û girtiyan ji bêserûşûnkirinê, biparêzin.
Daxuyaniya vê saziyê li halekê de ye ku rêjîma Îranê li parêzgeha Têhranê de curek dadgeha sehrayî li jêr navê “sitadê wîjê” ava kiriye û renge li parêzgehên din jî ava bike.