
Piştî jinavbirina 3 navendên bingehîn ên navkî yên rêjîma Îranê bi taybet “Fordo”yê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî ragihand ku ti madeyeke radyoektîv belav nebûye.
Rêjîma Îranê jî ragihandiye ku berî erîşan, madên navkî ji wan binkeyan derxsitine û ti metirsiyek li ser wan nîne.
Pêka rapora Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, rêjîma Îranê zêdetir ji 408 kîlo Uraniyoma meyandî bi tîratiya %60 heye û xuya nîne ku rêjîma Îranê ew madeyên metirsîdar bo çi cihekê veguhastine.
Ji aliyê din ve saziya navkî ya rêjîmê tevî piştrastkirina wan êrîşên esemanî yên Amerîka, ev bi binpêkirina yasayên navnetewî bi taybet lihevkirina rêgirîkirin ji zêdebûnba çekên navkî anku “NPT” binav kir û îdia kiriye ku dê bernameya xwe ya navkî ku bi pîşeya miîllî binav kiriye, berdewam bike.