Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema êrîşên esmanî yên Îsraîl, dehan piledar û berpirsên rêjîmê hatine kuştin.

11:48 - 22 Hezîran 2025

Pêka dawî raporên belavbûyî, “Heyder Elmûsewî”, fermandeyê  milîsên seyîduêlşoheda ya Îraqê li nav axa Îranê digel Ebûelî Xelîl, berpirsê parastiana Hesen Nesrullah ku hate kuştinê, li êrîşa esmanî ya balafirên Îsreaîlî li nav axa Îranê de kirine armanc û bi maşînê ve teqandin.

Herwisa zanayekî navkî yê rêjîmê yê bi navê “Îsar Tebatebayî,” li êrîşa balafirên Îsraîlî de hatiye kuştin.

Spaha pasdaran a terorîst belav kiriye ku li êrîşa esmanî ya Îsraîlê de bo ser binkeya serbazî ya rêjîmê li bajarê Xuremabadê li Luristanê, 5 pasdarên terorîst û 15 kes ji hêzên pedafend a artêşa rêjîmê ku bilî 4 serbazan, ên din piledar û piledarên payebilind in, hatine kuştin.

Herwisa pastarê tirorîst Seîd Îzedî, fermandê payebilinde sipaha Quds ku rolekî girîng hebû li êrîşa 7ê Oktobrê de bo ser Îsraîl û berpirsê melefa girûpên girêdayî bi rêjîma Îranê li deverê de bû, bi sedema êrîşa Îsraîl hate kuştin.

Îsraîl kuştina Seîd Îzedî wek mezintirîn destkevta wî şerî hesiband.