Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îsraîl navendên serbazî û ewlehiyên rêjîmê kirine armanc

11:52 - 22 Hezîran 2025

Balafirên Îsraîlî, gemiyeke îtilaata rêjîmê li avên bajarê Bender Ebasê kirine armanc û herwisa teqînên mezin li çendîn bajarê Rojhilatê Kurdistan û Îranê de hatine kirin.

Pêka dawî raporên belavbûyî, enbarên dironî û mûşekiya rêjîmê li bajarê Benderebasê û herwisa gemiyeke sîxurîkirina îtilaata rêjîmê li avên bajarê Bender Ebasê û çendîn cihên serbazî û mûşekiya rêjîmê li derdora bajarê Selmasê, lançêrên avêtina mûşekan ku li tenîşta nexweşxzaneyekê hatibûne cihgîrkirin û herwisa hêlîkoptereke rêjîmê li devera Miyanrahan a ser bi bajarê Dînewerê li parêzgeha Kirmaşanê, bûne armanca balafirên Îsraîlî.

Êrîşên Îsraîl bo ser navendên serbazî, cebilxane, mûşekî, dironî û navendên serkutkirina xelkê berdewam in.

Li berdewamiya êrîşan de çendîn cihên serbazî û binkên havêtina mûşekan û embarên teqemeniyan li Ehwazê hatne bombebarankirin.

Li Kirmaşan, Tewrêzê padigan hatne bombebarankirin.

Li Têhranê meydana Gazê hate teqandin.

Îsraîl ragihand ku piraniya Langçêrên havêtibna mûşekên rêjîma Îranê kirine armanc û ji nav birine.