Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îro serê sibêzû rêjîma Îranê bi dehan mûşekan Îsraîl kire armanc

11:56 - 22 Hezîran 2025

Îsraîlê ragihand ku 10 mûşekên rêjîma Îranê bi Îsraîlê kevtine, Kanala têlêvîzyoniya “KAN” a Îsraîlê belav kiriye ku li sibêdeha roja Yekşemî 1ê Pûşperê, rêjîma Îranê 30 mûşek avêtine Îsraîl ku 10 ji wan mûşekanli bajarên Têlavîv û Heyfayê kevtine.

Kanala “KAN” a Îsraîlê bi belavkirina raporekî daye zanîn ku îro demjimêrên serê sibêzû, rêjîma Îranê 30 mûşek avêtine Îsraîl ku 10 ji wan mûşekan bi bajarên Têlavîv û Heyfayê kevtine; Pêka vê raporê, mûşekek bi bajarê Heyfayê û yên din bi bajarê Têlavîvê kevtine.

Herwisa nûçegihaniya “Reuters”ê jî ragihand ku li bajarê Têlavîvê de dengê çendîn teqînan hatine bihîstin.

Heta niha Îsraîlê ti raporek ji qasê xisar û hejmara kuştî an birîndarên vê êrîşê belav nekiriye lê rêjîma Îranê di cihê bi armancgirtina navendên serbazî yên Îsraîl, xelkê medenî û cihê niştecîbûna xelkê dike armanc.