Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 496 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

12:11 - 22 Hezîran 2025

Hejmara 496 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, helwêstên Hizba Dêmokrat û gotarên nivîskar û xebatkaran û nûçeyên mafê mirovî û mijarên cuda cuda hatine weşandin ku mijar û gotarên vê hejmara Agirî wiha ne:

Daxûyaniya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li derheq şerê di navbera Îran û Îsraîlê, manşêta hejmara 496 an a Agirî ye.

Rûpela 2 – Gotara – li jêr navê “Derfetek zêrîm”, ji nivîsa Nûredîn Sofîzade.

Rûpela 3 – gotara - Operasyona bi navê Şêrên Rabûyî a Îsraîl bo ser rêjîma Îslamiya Îranê, ji nivîsa Serbest Urmiye.

Rûpelên 4 – gotara – Sîyaseta netewî çi ye, naverok û paradîgmaya wê çawa ye?, ji nivîsa Cano Amedî.

Rûpelên 5 – beşa 3 û dawî a gotara - Ji Çiyayan Ber bi Dîplomasiyê – Destpêka Qonaxeke Nû di Dîroka Neteweya Kurd de, ji nivîsa Dr. Mecîd Heqî.

Rûpela 6 –gotara - Şerê di navbera rêjîma Îranê û Îsraîlê de û armancên me Kurdan, ji nivîsa Hesen Mukerem.

Rûpela 7 - gotara - Hevdem ligel êrîşên Îsraîlê, darvekirinên siyasî li Îranê zêde dibin, ji nivîsa Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.

Rûpela 8 – Gotara - Awirek bi pirtûka “serûçavên dagîrker, serûşavên dagîrkirî” a nivîsa “Albert Memmi”, ji nivîsa Bêhzad Qadirî û wergêra Bêhzad Simko.

Rûpela 9 - gotara - Bersiv li ser paşguhxistina Doza Kurdî li Sûriyê, ji nivîsa Ebdulezîz Qasim.

Rûpela 10 – gotara - Çawa Cîhan Bê guherîn?, ji nivîsa Vênûs Fayîq û wergêrana Hesen Mukerem.

Rûpela 11- Çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma Îranê li Kurdistan û Îranê de hatine weşandin.

Rûpela 12- dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî, postêrek li jêr navê “Di Dawiyê de” li derheq şerê di navbera rêjîma Îranê û Îsraîl de ye ku temsîla zelûlî û neşiyana rêjîma Îranê dike. Ev postêr her wekî hertim bi dîzaynêrî û kêşana Serbest Urmiye hatiye amade kirin.

Herwisa rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve hatiye dîzayînkirin.

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin û weşandin.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.