
Pêka rapora Hengawê, li heyva Gulan a 2025an, zêdetir ji 163 girtî li girtîgehên rêjîmê de hatine bidarvekirin. Herwisa li vê raporê de hatiye ku, nasnameya tevaw a 157 kes ji van girtiyane hatiye eşkerekirin û nasnameya 6 girtiyên dinê li qonaxa lêkolînê de ye.
Pêka vê raporê, herî kêm 5 jin li girtîgehên rêjîmê li bajarên “Qezwîn, Damixan, Gurgan, Şîraz û Qizilhesara Kerecê de hatine darvekirin
Herwisa zarokek ê bi navê Mihemedriza Sebzî hatiye bidarvekirin.
ji tevahiya 163 girtiyên ku di meha Gulana 2025an de hatine darvekirin, tenê 6 halet di ragihandinên fermî yên rêjîma Îran û malperên girêdayî Dezgeha Dad a rêjîmê de hatine belavkirin. Herwisa sizayê darvekirina 4 girtiyan bi awayekî nihênî û bi bê agehdarkirina malbatên wan û mafê hevtîtinê hatiye cîbicîkirin.
Pêka vê amarê serhev wan bidarvekirinan de 37 girtî xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji parêzgehên Sine, Kirmaşan, Urmiye, Îlam, û Luristanî bûne û 22 kes jî xelkê Belûç û 18 hevwelatiyên Azerî, 6 hevwelatiyên Ereb, 2 hevwelatiyên Tirkemen, 2 hevwelatiyên Gîlek û 7 kes ji xelkê Efxanistanê û 11 kesên nenaskirî li heyva Gulanê anku 11ê Banemerê heta 11ê Cozerdanê hatine bidarvekirin.