
Li roja 1ê Pûşperê li demjimêrên şevê de dengê balafirên Îsraîlî û herwisa teqînên li peyhev li çendîn deverên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam hatine bihîstin.
Binke û enbarên cebilxaneya spaha poasdaran a trorîst li bajarên Simnan, Pîranşar, Bûşêhr, Dîzilavaya bajarê Kirmaşanê û herwisa devera geliyê Kenişt li derdora bajarê Kirmaşanê, Nezerabad, Heştgird, padigana Elmehdî li bajarê Urmiyê, Merwdeşt a ser bi parêzgeha Fars, Îsfehan, taxên Qeyteriye û Narmek ya bajarê Têhranê bûne armanc.
Pêka wan raporên belavbûyî binkeya îtilaat a rêjîmê li taxa Qeyteriye ya bajarê Têhranê bûye armanc û teqîna enbara cebilxaneya rêjîmê li şehrê cedîd a Heştgirdê, bi qas mezin bûye ku bîna hejandine.
Herwisa 2 teqînên mezin li bajarê Bokanê, pasgaha sînorî ya gundê Dizlî û dalanê li nêzî bajarê Merîwanê, padigana Şoheda li devera Çixamaran li rêya Kirmaşan-Sine qewimîne ku ew dever bûne armanca êrîşên esmanî yên Îsraîl.