Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

John Bolton: gefa rastî bo ser Amerîkayê, rêjîma Îranê bi xwe ye

11:25 - 23 Hezîran 2025

John Bolton, ê Şêwirkarê Berê yê Ewlehiya Netewî ya Amerîkayê li derheq êrîşa Artêşa Amerîka bo ser navendên navkî yên rêjîma Îranê got: “ Donald Trump, Serkomarê Amerîkayê, biryarek serast her wekî ku min berê jî pêşniyar kiribû da ku êrîşê bike ser bernameya navkî ya rêjîmê û gefa rastî bo ser Amerîkayê, rêjîma Îranê bi xwe ye. Em bi sekinîn li hember gefa zêdebûna çekên navkî, renge man û cihgiriya rêjîmê lawaz dikin”.

Navbirî ku yek ji senatorên payebilind ên Komarîxwazên Amerîkayê ye pêştir jî çendîn caran daxwaza êrîşkirina serbazî bo ser rêjîma Îranê û herifandina rêjîma îslamiya Îranê kiribû.

Axaftinên John Bolton û pitira Senatorên din ên Komarîzxaz bi vê şêwaza tund li hember rêjîmê, dide xuya ku bi giştî, Komarîxwazên Amerîkayê li derheq biryara Donald Trump bo êrîşkirina ser rêjîma Îranê, hevhizr in û dixwazin bi tundî li hember gefên rêjîma Îranê bisekinin.