Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binçavkirina xoserane ya welatiyan li Rojhilatê Kurdistanê berdewam e

11:29 - 23 Hezîran 2025

Li berdewamiya binçavkirinên xosearne û bê belgeya yasayî ya welatiyên Kurd ji aliyê îtilaat rêjîmê li Rojhilatê Kurdistanê, 6 wellatiyên din ên xelkê bajarên “Mihabad, Şino û Pêramnşar”ê hatine girtin.

Pêka rapora Hengawê, “Idrîs Resûlî û Kameran Resûlî” yên xelkê bajarê Şinoyê, “Ehmed Mamşerîf, Sadiq Mehmûdnijad û Seyîd Rehman Husîynî” yên xelkê bajarê Pîranşarê û welatiyekî din ê xelkê bajarê Mihabadê yê bi navê “Seidûn Xezalî” ji aliyê hêzên hov ên îtilata rêjîmê ve hatine girtin.

Binçavkirina xosearne ya wan welatiyên Kurd li halekê de ye ku hêzên ewlehî, serbazî û tepeserker ên rêjîmê, bi rêjeyek zaf û berfireh li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de cihgîr bûne û rewşeke ewlehî bi ser wan deveran de sepandine.

Heta belavbûna vê nûçeyê, sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wan welatiyan û cihê ragirtina wan, nehatiye zanîn.