Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Donald trump ragihand ku hekî rêjîma Îranê nikare Îranê biwejîne dibe bê guherîn

11:32 - 23 Hezîran 2025

Donald Trump ê Serkomarê Amerîkayê bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “X” de ragihand, hekî rêjîma Îranê nikare welatê Îranê biwejîne û careke din bike xwediyê şan, bo nabe bê guherîn? ev peyama dide xuya Ku Serkomarê Îranê hizra guherîna rêjîm li Îranê de heye.

Navbirî li vê peyama xwe de bi rohnî gotiye, li rewşekê de ku rêjîma niha ya Îranê şiyana wejandin a şana Îranê nebe, dibe ku bê guherîn.

Herwisa Donald Trump ev yeka jî pêştir ragihandibû ku hekî rêjîma Îranê pêdegirî bi ser şer bike, dê li demek kin de siyaseta Amerîka li hember rêjîma Îranê biguhere.

Pitira rêberên welatên azad li cîhanê, li ser vê bawerê ne ku rêjîma Îranê çavkaniya terorîzm û herwisa landika alozî û fitneyên li Rojhilata Navîn û herwisa mezintirîn piştevanê berfirehtirkirina terorîzma navnetewî û dabînkerê malî ya taqim û girûpên terorîstî, li Rojhilata Navîn e.