Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşên berfireh ên Îsraîl bo ser binkeyên serbazî yên rêjîmê li Rojhilatê Kurdistanê berdewam in

11:39 - 23 Hezîran 2025

Pêka raporên destpêkî yên êrîşa esmaniya Îsraîl li roja Dûşemî 2ê Pûşperê, li demjimêr 7 û 20 xulekên sibêdehê, padigana Îmam Hesen, Padigana Hewanîrûz, balafirxane, padigana Necef Eşref û binkeya Nebî Ekrem a spaha pasdaran a terorîst bûne armanca bombên balafirên Îsraîlî.

Herwisa binkeyên serbazî û jêrxanên stratejîk ên rêjîmê ku enbarên cebilxane û mûşekiya spaha pasdaran a terorîst li xwe digre, li bajarê Tewrêzê de bû armanca bombên Îsraîlî û hatine teqandin.

herwisa, binkeya serbaziya “Qela Xanî” ya rêjîmê li nêzî gundê “Dirkê” li devera Hewramanê bi tundî hatiye bombenarankirin û zêdetir ji 5 ambolans bo veguhastina birîndar an kuştiyan çonê vê binkeya rêjîmê.

Îsraîlê jî ragihandiye ku 15 balafir û hêlîkopterên rêjîmê li 6 balafircxaneyên Îranê de kirine armanc û li vê êrîşê de bandên firîn, cihên binerd ên balafiran, Hêlîkopter û balafirên şewatber, balafirên F5, F14 û Ah-1 ên rêjîmê hatine teqandin.