Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dibe rêjîma Îranê dest ji meyandina Uraniyomê berde

14:37 - 3 Hezîran 2025

Serkomarê Amerîkayê ragihandiye ku bi ti wayaek nabe rêjîma Îranê bikare Uraniyomê bimeyîne û em vê derfetê nadne rêjîma Îranê.

Di demekê de rêjîma Îranê bas ji rêkevtina digel Amerîka dike ku goya dikare bi rêjeyekî sînordar Uraniyomê bimeyîne, Domnald Trump, Serkomkarê Amerîka bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “X” de tevî îşarekirin bi danûstandina bê digel rêjîma Îranê bi rohnî ragihand ku Amerîka bi ti awayek derfeta meyandina Uraniyomê nade rêjîma Îranê.

Navbirî ew yeka jî daye zanîn ku li heyama serkomariya “Co Baydên” de meyandina Uraniuyomê bo rêjîma Îranlê diba bihata qedexekirin.

Axiftinên serkomarê Amertîka li halekê de ye ku pêka rapora “AXIOS” Donald trump, pêşniyareke nihênî daye rêjîma Îranê ku dikare bi awayekî sînordar li Îranê de Uraniyomnê bimeyîne.

Pêka raporên Ajansa Navnetewî ya wizeya navkî, rêjîma Îranê zêdetir ji 400 kîlo Uraniyoma meyandî bi tîratiya %60 paşkevt kiriye.

Rêjîma Îranê îdia dike ku meyandina Uraniyom hêla sor e û Amerîêkayê jî pêşmerca her lihevkirinekê digel rêjîma Îranê, jinavçona tevav a bernameya meyandin a Uraniyomê daniye.