Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lançêr, binkeyên ewlehî, serbazî û enbarên cebilxaneya rêjîmê bûne armanca êrîşên Îsreaîl

11:31 - 24 Hezîran 2025

Artêşa Îsreaîl 5 lançêrên avêtina mûşekan li nêzî bendava Nazliyan a bajarê Kirmaşanê ku bo avîtin bo îsraîl amade kirbûn, teqandine û hinek çavkaniyan jî ragihandiye ku 13 lançêrên avêtina mûşekên rêjîmê li êrîşa mûşekiya bo ser binkeya Amerîkayî li Qeterê, piştî avêtina wan mûşekan bûne armanca balafirên Îsraîlî û ji nav çone.

Herwisa binekya mûşekiya rêjîmê li bajarê “Heleşî” ser bi bajarê Fîrûzabad a Kirmaşanê, teqandine û herwisa li taxa Ezîmiye û nêzî meydana Spah a bajarê Kerecê û bajarê Goherdeştê teqînên gelek mezin qewimîne.

Herwisa biryargeha Sarellah ku navenda ewlehî ya kirîzên spaha pasdaran a terorîst e, li bajarê Têhranê, deriyê girtîgeha Êvîn û dadgeha rêjîmê ya vê girtîgehê û demjimêra bervajî ya sembolîk a jinavbirina Îsraîl li bajarê Têlhranê û taxa Wenek û şehreka rojavaya Tehranê, enbara cebilxaneya dironî û mûşekiya spaha pasdaran li gundê “Çêhir” ser bi bajarê Hêrsînê û padigana Elmedî li bajarê Urmiyê, bi giranî hatine bombebarankirin.