Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê êrîşa mûşekî kire ser Qeterê

11:33 - 24 Hezîran 2025

Piştî gefa rêjîma îranê ku ragihandibû dê tola bombarana binkên etomiye xwe ji Amerîka bistîne û dem diyarî kiribû ku binkên serbazên Amerîka li Rojhilata Navîn de dê bike armanc, şeva derbasbûyî bi 7 mûşekan binkê serbaziye Amerîka a El Udeydê li Qeterê de kire armanc.

Dewleta Qeterê ragihand ku 6 mûşekên rêjîma Îranê berî evê ku bigehne armancê, ji aliyê sîstema berevaniya esmaniya wî welatî ve, hatne teqandin û tenê mûşekekî rêjîma Îranê li ciheke çol kevte xwarê û çi xisarek nebû.

Rêjîma Îranê îdia dike ku hevdem binkê serbaziye Eynul Esed li Êraqê jî kiriye armanca mûşekan, lê jêderên Êraqî ragihandin ku tenê Dirone berbi wê binkê ve hatiye ku ev jî berî evê ku bigehe armancê li esman de hatiye teqandin.

Donald Tiramp destbicî piştî wê êrîşa mûşekiya rêjîmê bo ser Qeterê, ragihand: Ez sipasê li rêjîma Îranê dikim ku berî evê ku vê êrîşê bike em agehdar kirin.