
Piştî evê ku Amerîka bi Firokên B2 û bombên sengerşikên êrîş kire ser binê navikiya rêjîmê li Fordo yê, şeva derbasbûyî rêjîma Îranê ragihand ku Îsraîl carekî din bi bombebaranê Fordo kire armanc.
Berdevkê sitada mudîriyeta arîşe anku bohrana parêzgeha Qumê ragihand ku Fordo dîsan bû armanca êrîşa Îsraîl.
Rêjîma Îranê îdia dike ku li êrîşa Amerîka bo ser Fordo yê, çi xisarek negeheştiye wê binka navikî û li derheq nîgeraniya xelkê wê deverê jî ji belavbûna radioektîvê de, rêjîmê ragihandiye ku çi metirsiyek li ser welatiyan nîne û bila nîgeran nebin.
Binkê Etomiya Fordoyê nêzîkê 100 metran li binê Erdê de li binê çiya de ye, piştî êrîşa Amerîka bo ser Fordoyê, Tiramp ragihan ku bernama etomiya Fordoyê û Îsfehanê û Netenzê jinav birin.