Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Donald trump ragihand ku rêjîma Îranê dibe bê guherîn

11:38 - 24 Hezîran 2025

Donald Trump ê Serkomarê Amerîkayê bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “X” de ragihand, hekî rêjîma Îranê nekare welatê Îranê biwejîne û careke din bike xwediyê şan, çima nabe bê guherîn? ev peyama dide xuya Ku serkomarê Amerîka li fikra guherîna rêjîm li Îranê de ye.

Navbirî li vê peyama xwe de bi rohnî gotiye, li rewşekê de ku rêjîma niha ya Îranê şiyana wejandin û pêşxistina Îranê nebe, dibe ku bê guherîn.

Herwisa Donald Trump ev yeka jî pêştir ragihandibû ku hekî rêjîma Îranê pêdagiriyê li ser şer bike, dê li demek kin de siyaseta Amerîka li hember rêjîma Îranê bê guherîn.

Piraniya rêberên welatên azad li cîhanê, li ser vê bawerê ne ku rêjîma Îranê çavkaniya terorîzm û herwisa landika alozî û fitneyên li Rojhilata Navîn û herwisa mezintirîn piştevanê berfirehkirina terorîzma navnetewî û dabînkerê malî yên taqim û girûpên terorîstî li Rojhilata Navîn de ye.