Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gorî peyama Tiramp, Îran û Îsraîlê agirbes qebûl kirine

11:40 - 24 Hezîran 2025

Donald Tiramp serkomarê Amerîka li tora ciwakiye Tros Soşyalê de basê agirbesa di navbera Îsraîl û Îranê kirye.

Tiramp nivisiye: Ez pîrozbahiyê li hemî aliyekê dikim! Îran û Îsraîl pêk hatin û agirbesa tevav û seranserî dê 6 demjimêran piştî wê peyamê,  û piştî dawî êrîş û oparasyonên herduk aliyan bi dijî hevdu, dê dest pê bike, ev agirbes dê bo 12 demjimêran dom bike, û piştre dê bi avayê fermî şer bi dawî bê.

Bi gotina Tiram ev agirbest li destpêkê de dê ji aliyê rêjîma Îranê ve destpê bike, piştî 12 demjimêran Îsraîl jî dê bi fermî agirbestê bike. Piştî derbasbûna 24 demjimêran ji dawîpêhatina şerê 12 roje, cîhan dê rêzê li vê agirbestê bigre.

Ev jî li demekê de ye ku şeva derbasbûyî, rêjîma Îranê binkê El Edîde li Qeterê kire armanca êrîşa mûşekî.

Binkê serbaziye El Edîde a hêzê Amerîka ye û berî evê ku rêjîma Îranê wan mûşekan bihavêje, Amerîka û Qeter agehdar kirin e û Tiramp jî spasa Îranê kir ku pêşwexte ev agehdar kirine ku çi xisar çinebe.