
Dezgeha Ewlehiya Îsraîl bi rêya pêwendiya têlêfonî digel hejmareke zêde ji berpirsên zindîmayî yên payebilind ên spaha pasdaran a terorîst û berpirsên nîzî birêpveberiya rêjîmê, bi zimanê farsî huşdarî daye wan ku heta 12 demjimêran derfet hene ku ji rêjîma Îslamiya Îranê û Elî Xamineyî dûr bikevin û hekî dûr nekevin, ev bi xwe berpirsayarê her gefek bi ser canê xwe ne.
Dezgeha ewlehiya Îsraîlê bi wan berpirsên payebilind ragihandiye ku bi tomarkirina girtevîdyoya dûrketina xwe ji rêjîmê û şandina vê bi hisabeke diyarîkirî ya tora civcakiya “Telegram”ê dûrketina xwe ji rêjîmê bidin xuya û digel jin û zarokên xwe birevin û hekî wî karî nekin, Îsraîl dikare her demekê we û malbata we bike armanc.
Pêka rapora Washigton Post, ev cure pêwendiya têlêfonî, wek fayleke deng bo gelek berpirsên payebilind ên rêjîmê û fermandeyên payebilind ên spaha pasdaran hatine şandin ku li asta nêzî birêveberiya rêjîmê ne.
Ev haydariya Îsraîl di demekê de ye ku Tiram basê agirbesa di navbera Îran û Îsraîl dike.