
Artêşa Îsraîl li demjimrên dawî yên roja Duşemî û demjimêrên destpêkî yên roja Sêşemî 3ê Pûşperê, girantirîn êrîşên xwe bo ser binke û navendên serbazî, mûşekî û jêrxanên rêjîma Îranê encam dan.
Li wan êrîşan de ku pitir li bajarên Têhran û Kerecê de bûne, padiganên spaha pasdaran a terorîst li taxên “Hesarek heta Mêhrwîla û Mêhrşehr û balafirxaneya Peyam û çendîn taxên din ên bajarê Kerecê, binke û padiganên spaha pasdaran û besîcên rêjîmê bi girantirîn şêwazê, bombebaran kirin.
Herwisa Îsraîlê li taxa Hekîmiye, Ikbatan, taxên “6, 7 û 17” ên bajarê Têhranê, taxa Çîtger, taxa Eşrefiye, Eqdesiye, bi bombên mezin ên çeperşikên bi giranî binke û jêrxanên rêjîmê, padiganên sipaha pasdarn û enbarên çebilxane û mûşekên rêjîmê kirine armanc.
Herwisa li Îslamşehr, padigana leşkera 22 li bjarê Sinê, kehrîzek, Recayîşehr û Baxiztana Xerbî li Kerecê, Lahîcana Gîlanê, padigan, navendên serbazî û cebilxane û jêrxanên serbazî yên rêjîmê, bûne armanca bombên mezin ên Îsraîl.
Ev êrîşane çendîn demjimêran pîştî peyama Tiram a agirbestê bûn, Serokwezîrê Îsraîl biryar daye nabî çi yêk ji wezîrên Îsraîl li derheq peyama Tiramp de çi tiştekê bibêjin.