Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îsraîl, zanayekî din ê bernameya navkî ya rêjîma Îranê kuşt

11:55 - 24 Hezîran 2025

Pêka raporên nûçegihaniyên ser bi rêjîma Îranê, “Mihemdriza Sidiqî Sabir” ku yek ji zanayên bernameya navkî ya rêjîma Îranê ye li bajarê Astana Aşrefiye li parêzgeha Gîlanê kevte ber êrîşê û hate kuştin.

Ew zanayê navkî pêştir jî, ji aliyê wezareta Xezînedariya Amerîkayê li lîstê dorpêçan de hatibû tomarkirin. Navbirî çendîn sal bû ku li beşa teqîn û çêkirina çaşniyan ya bernameya navkî ya rêjîma Îranê de mijûlê kar bû.

Îsraîlê li heyama wan wan heftiyên derbasbûyî de piraniya zanayên navkî û berpirsên serbazî bi taybet ên spaha pasdaran a terorîst yên rêjîma Îranê ji nav birine.