Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binçavkirinên neyasayî ya welatiyên Kurd li Rokjhilatê Kurdistanê berdewam in

11:57 - 24 Hezîran 2025

Li berdewamiya binçavkirinên xosearneya xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîmê, 2 welatiyên xelkê bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên hov ên îtilaata rêjîmê ve hatine girtin.

Pêka rapora Hengawê, “Nasih Eyzen” xelkê bajarê Pîanşarê û “Yûsif Bazergan” ê temen 40 salî xelkê “Peswê” ser bi bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên hov ên îtilaata rêjîmê ve hatine girtin û bo cihek nexuya hatine veguhastin.

Herwisa piştî derbasbûna 5 roj ji binçavkirina “Xalid Bayezîdî” yê temen 43 salî, xelkê bajarê Şinoyê û derbasbûna 6 roj ji binçavkirina “Xebat Kardanî” yê xelkê bajarê Mihabadê, qedera wan hêj bi nerohnî maye.

Heta nelavbûna vê nûçeyê, sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wan welatiyên Kurd û cihê ragirtina wan, nehatiye zanîn.