Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agirpêketin li daristanên Kurdistanê, xisarên mezin gihandiye sirûşta deverê

14:40 - 3 Hezîran 2025

Agirpêketin li çendîn deverên Rojhilatê Kurdistanê bi taybet li devera Melekşahî û herwisa devera Serfîrûzabad li parêzgeha Kirmaşanê xisarên giran gihandine sirûşta Kurdistanê.

Pêka raporên belavbûyî agirpêketina li roja Yekşemî 11ê Cozerdanê li gundê “Sêçikana Celalwend”ê ser bi bajarê Melekşahî berdewam bûye û xelkê bi îrade û alavên xwe hewla temirandina wî agirî daye û rêjîmê ti hewladnek bo temirandina wî agirî nebûye û hejmareke gelek zêde ji daristanên Berûyan li vê agirpêketinê de ji nav çone.

Herwisa hevdem agirpêketinek mezin li devera Osmanwend a Serfîrûzabad a bajarê Kirmaşanê jî qewimiye û heta belavbûna vê nûçeyê, berdewam bûye û xelk bi destên betal û bê alavên temirandina agir, bi îradeya xwe helwa temirandina agir dane ku bi sedema rabûna ba, hêj nekarîne wan daristan û çêrîngehan ji şewitîn û jinavçonê rizgar bikin.

Rêjîmê heta niha ti alîkariyeke mirovî û alavên hewce bo temirandina agir bo wan deveran neşandine .

Darên berû ku giringtirîn darên daristanan li wan deveran de ne rastî xisarên gelek giran hatine û vê pêkê ew xisar dê hêj zêdetir bibin.