Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 3 kolber bi tohmeta sîxurî bo Îsraîl bidar vekirin

11:41 - 25 Hezîran 2025

Mêdiayên rêjîmê ragihandin ku Îdrîs Alî, Azad Şucaeî û Resûl Ehmed resûl, Îro Çwarşemî ser sibêzû li girtîgeha Urmiyê de bi tohmeta sîxurîkirin bo Îsraîl li sêdarê dane.

Dezgeha bina dadweriya rêjîmê ev 3 kesane bi “mufsidil fîl erz” ji rêka alîkarî digel dewletên bîhaniye dujmin bi qazancê Îsraîl, tometbar kiribûn.

Saziyên mafê mirovî pêştir belav kiribûn ku Îdrîs Alî kolberê xelkê bajarê Serdeştê, Azad Şucaeî xelkê Serdeştê û Resûl Ehmed Resûl xelkê Başûrê Kurdistanê, li destpêka sala 1403 an a rojî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ye rêjîmê ve hatibûne girtin û bo girtîgeha Urmiyê hatibûne veguhestin.

Esxer Cehangîrî berdevkê dezgeha binav dadweriya rêjîmê, ev 3 kesane bi sîxur û anîn û dabînkirina alavên kuştina Muhsin Fexrîzade di nava barê Meşrûbê de tometbar dabûne nasandin.

Bi wî avayî hejmara wan kesên ku li heyamê 2 hefteyên derbasbûyî de bi tometa sîxuriyê û alîkarî digel Îsraîl li Îranê de hatine bidarvekirin, geheşte 6 kesan.

Li çend rojên derbasbûyî de rêkxistinên mafê mirov û rêkxistina Lêborîna navnetewî, li derheq egera bidarvekirina wan 3 girtiyane hoşdarî dabû û nîgeraniya xwe ji egera zêdebûna rêja êdaman li Îranê de û bi taybet piştî êrîşa Îsraîl dabû xuyakirin.