
Kanala 14 a îsraîl bi belavkirina raporekê daye zanîn ku bi bawera Amerîkayê, rêjîma Îranê damezraweyên navkî yên veşartî hene ku li lîstê bi armancguirtinan de nebûne û li karê xwe berdewam bûne.
Herwisa kanala têlêvîzyoniya CNN, bi belavkirina raporekê pêka hilsengandinên destpêkî ya Saziya Zanyariyên Berevaniya Amerîkayê belav kiriye ku li êrîşa Amerîkayê de bi balafirên B2 û bombên çeperşikên, bo ser Fordo û Netenzê û herwisa bi mûşekên tamahawk bo ser binkeya navkî ya Isfehanê, ew bi tevavî ji nav neçone û hinek beşên wan ên bingehîn, neteqiyane.
Li rastiyê de hêj xisarên pêketî bi navenda navkî ya Fordoyê bi sedema lêkevtina 6 bombên 15 tonî bi qasekî herifiye ku hêj bi serastî ew xisarên binerd nehatiye zanin.