Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gola Urmiyê rû bi jinavçonê ve diçe

14:43 - 3 Hezîran 2025

Gola Urmiyê bi sedema gendelî û neşiyana karbidestên rêjîmê rû bi jinavçonê ve diçe.

Li demekê de ku karbidestên rêjîmê, dehan sal e bas ji îradeya xwe bo zindîkirina gola Urmiyê dikin, lê amarên fermî yên rêjîmê îşare bi kêmbûna berçav a rêjeya herikav a rû bi vê golê dikin.

Hucet Cebarî, birêveberê giştî yê sazimana mohîtê zîst a rêjîmê li Urmiyê, bi îşarekirin bi kêmbûn a barîna baranan û veguhastina bê wec a avê bo gola Urmiyê, ragihand ku heta niha zêdetir ji 440 milyon metra 3cî av ji parêzgeha Urmiye û Tewrêzê rijiyaye nav gola Urmiyê.

Navbirî ragihand ku sala derbasbûyî 2 milyard metra 3cî av hatibû nav vê golê lê hewcehî bi 3.4 milyard metra 3cî ava din heye.

Pêka gotina wî berpirsê rêjîmê, parêzgarê Tewrêzê ku soz dabû 150 milyon metra 3cî  avê bo vê golê berde, soza xwe bi cih neaniye û bi tenê 8 milyon metra 3cî av ji vê parêzgehê bo gola Urmiyê herikiye.

Zindîkirina gola Urmiyê bûye qurbaniyê sozên bê binyat, gendeliya sîstematîk, nebûna dîtingeha zanistî û neşiyana birêveberiyê.

Li berdewamiya vê rewşê de li paşerojek gelek nêzîk de gola Urmiyê dê bi tevavî jinav here û dever dê rastî bager û bahoza xwê û koçberiya bi neçarî ya berfireh û jinavçona werzêrî û qeyrana tendirûstî bibe.