
Dezgeha dadweriya rêjîma komara Îslamiya Îranê ragihand ku sibêdeha roja Çwarşemiyê 4ê Pûşperê, 3 girtiyên Kurd li girtîgeha Urmiyê de bi tohmeta sîxurî bo Îsraîl, hetne sêdaredanê.
Li sêdaredana Îdrîs Alî, Azad Şucaî û Resûl Ehmed Resûl di demekê de ye ku li 2 hefteyên derbasbûyî de gorî zaniyariyan 3 kesên dinê jî her bi tohmeta sîxurî bo Îsraîl ji aliyê rêjîma Îranê ve hatine bidarvekirin û ev mijar bûye cihê tirs û nîgeraniya micid bi ser xelkê Îranê û destpêka zincîre kuştar û sêdaredana xelkê bê sûç û bi tohmetên bê bingehe hebûna pêywendî digel Îsraîlê de.
Hevdem digel sêdaredana wan 6 kesan li heyamê 2 hefteyên derbasbûyî de, sedan kesên dinê jî li bajar û navçên cuda cudaye Îranê ji aliyê navendên ewlehiyê yên rêjîmê ve hatine girtin û tohmeta hebûna pêywendî digel Îsraîl xistine ustiyê wan.
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê tewî şermezarkirina wê kiryara dijîmirovane a navendên ewlehî û dezgeha dadweriya rêjîma Îranê, em raya giştî a cîhanê û navendên parêzerên mafê mirov agehdar dikin ku rêjîma komara îslamî li wê rewşa niha de bo çavtirsandina xelkê Îranê pêlek ji girtin û bidarvekirinê dest pêkiriye û hevdem cehdê dike ku tola şikestên xwe ji xelkê û girtiyên siyasî weket.
Hizba Dêmokrat tevî haydarkirinê li derheq egera wan cinayetan, daxwazê ji hemî rêkxistinên siyasî û navendên parêzvane mafê mirov dike ku ji bona agehdarkirina raya giştiye welatan û pêşîgirtin ji karesatekî wiha, tev cehda xwe bêxne ger.
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
Desteya Kargêrî
25ê Hezîrana 2025 a Zayînî