Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî agirbestê jî berdewam dengê teqînan û pedafenê li piraniya bajarê Îranê tê bihîstin

09:46 - 26 Hezîran 2025

Di demekê de ku şerê di navbera Îran û Îsraîlê de hatiye sekinandin û agirbest hatiye ragihandi û ne firokên şerkere Îsraîl cihên Îranê bombebaran dikin û ne jî Îran mûşekan dihavêje Îsraîl, lê di wan 2 şevên derbasbûyî li li piraniya bajarên Îranê berdewam dendê pedafenda bergiriya esmanî tête bihîstin û çendîn teqînên mezin jî li Têhranê de qewimîne.

Deshilatdarên rêjîmê ragihandine “Rîz Perende” li ser esmanê bajaran digerin û ber hindê bergiriya esmanî çalake.

Li Rojavayê bajarê Têhranê dengê çendîn teqînên mezin hatine bihîstin.

Gelek kes dibêjin ku ev pîlana xudî rêjîmê ye daku nehêle rewş asayî bibe û cehdê dike rewşa tirs û denekevtina xelkê bo derve her wisa neasayî bimîne û xelk bitirse.

Li nawça Peren a Têhranê, li başûrê Têhranê, Rubat Kerîm, li Reştê, Meşhedê, Îsfehan, Tewrêz, Lakan şehr, Kerec, û gelek cihên dinê Rîz perende û pehpad digerin, û demekê de ku şer sekiniye xelk nizane ev pehpad û rîz perende yê Îsraîl in yan yên Îranê.