Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tiramp ragihand ezê digel nûnerê Îranê hevdîtinê bikim

09:48 - 26 Hezîran 2025

Donald Tiramê Serkomarê Amerîka li aqara civîna Nato yê li Holendê di nava koma rojnamevan de ragihand ku ezê hefteya bê digel hinartiyê rêjîma Îranê rûnêm û hevdem tekezî li ser wê yêkê kir ku êdî geheştina bi rêkevtinekê digel rêjîma Îranê bi hewce nizane.

Serkomarê Amerîka got: renge em rêkevtinnameyekê li gel rêjîma Îranê wajo bikin, lê ez baver nakim tiştekî wisa niha gelek hewce be.

Tiramp got: bernama navikiya Îranê ji nav çoye, şerek pêşya wan bû ku dibiya bikiribana, wan şer kirin û niha vedigerin bo dunyaya xwe, lewma edî bo min çi giringiyek çinîne ku me digel wan rêkevtinek hebe yan ne.

Li derheq bernama etomiya rêjîmê jî Tiram ragihand: renge ez ji wan bixwazim ku soz bidin ku cehdê nakin ku bomba etomî çêbikin, lê rengê hindê nade, lê ew wî karî nakin, û karê wan tevav bûye.

Tiramp kot Îran dê mijûlê birî û kavlê xwe be û ez baver nakim ku carekî din bikeve bi du mesela navikî.

Marko Robiyo wezîrê derve yê Amerî ka jî got, divê Amerîka û rêjîma Îranê bo çaresera yêkcarî bi bê aliyê naybençî û sêyem, hebxwe rasterast digel hev rûnên.