
Bo cara yekem serokê giştiyê Artêşa Îsraîl aşkera kir ku Komandoyên Îsraîlî di nava axa Îranê de emelyatên taybetî encam dane û çone nav axa Îranê de û destê wan wekirî bûye bo karê nihênî û me îzîn dabû wan ku karê pêspartiye xwe cîbicî bikin.
Donald Tirampê Serkomarê Amerîka jî ev yêke piştrast kir û got: Piştî êrîşa Amerîka, Îsraîl meimûrên xwe şandine Fordo yê heta ji nêzîk ve her tiştekê bi çavê xwe bibînin.
Wî got: Endamên Mûsadê, saziya îtlaatê û operasyonên taybete Îsraîl piştî êrîşa Amerîka bo ser binkên navikî yê Îranê, serdana wan deveran kirin.
Tiramp nîgeraniya xwe li derheq ji nû ve destpêkirina şerê Îran û Îsraîl da xuyakirin, û got renge şerê wan dest pê biket, û renge gelek zû jî dest pê bike.