Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer tevav bû lê Xamineyî heta niha xuya nake

09:52 - 26 Hezîran 2025

Bi derbasbûna 3 rojan bi ser rawestandina şerê di navbera Îran û Îsraîlê de, ku rêjîma îranê îdiaya serkevtinê di wî şerê 12 rojan de dike, lê Elî Xamineyî yê rêberê rêjîmê çi cihekê xuya nake.

Xamineyî ku berî destpêkirina şer li bin erd û lexman de xwe weşartiye, dawî peyama bin erdiye wî ku roja 6 an a şer de hate belavkirin, piştî hingê çi basek jê çinîne û çi deran xuya nake.

Ev piryare li cem gelek kesan heta li navxweye welat de hate pêş ku li demekê de ku wan rojan xelkê çi penahgehek çinîne, çima heta piştî dawîpêhatina şer jî rêberê rêjîmê dernakeve?

Her li derheq xuyanekirina Xamineyî, hinek kes û çavkanî basê wî dikin ku renge bi sedema êrîşa Îsraîl li penahgeha xwe de hatibe kuştin.