Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê, welatiyekî kurd li jêr îşkenceyan de kuşt

10:59 - 26 Hezîran 2025

Hêzên hov ên spaha pasdaran a terorîst, bi işkencekirinê, welatiyekî xelkê bajarê Kirmaşanê kuştin.

Pêka raporên belavbûyî,welatiyekî temen 41 salî, xelkê bajarê Kirmaşanê yê bi navê Fuad Elîxanî bi sedema îşkenceyên hovane li îşkencegeha itilaat a spaha pasdaran a terorîst li bajarê Kirmaşanê, canê xwe ji dest daye. 

pêka gotina çavkaniyên nêzî malbata Fuad Elîxanî, ew li xaleke lêkolînê de ji aliyê hêzên îtilaat a spaha pasdaran a terorîst ve li bajarê Kirmaşanê, bi awayekî xoserane û bê belgeya yasayî hatiye girtin û bo girtîgeha îtlaat a spaha pasdaran a terorîst li wî bajarî, hatiye veguhastin.

Çavkaniyên xwecihî ragihandine ku Fuad Elîxanî piştî îşkenceyek gelek dijwar li dema girtinê de canê xwe ji dest daye.

Heta niha ti zanyariyek li ser sedema binçavkirin û kuştina wî welatiyê Kurd li ber dest nîne.