Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka û Îsraîl bi rêjîma Îranê huşdarî dan ku dibe Uraniyoma meyandî radest bike

17:21 - 26 Hezîran 2025

Pêka nûçeya “Israel Hayom”, Amerîka û Îsraîl bi fermî daxwaz ji rêjîma Îranê kirine ku tevahiya Uraniyoma meyandî, bê merc û bi lezgînî, radestî Amerêka û Îsraîlê bike, ev yek pêşmerca her cure egera lihevkirinek li paşerojê de hatiye diyarî kirin.

Li vê peyama huşdarîdanê de bi tekezî hatiye ku hekî rêjîma Îranê vê daxwaziyê cîbicî neke, egera vê heye carek din operasiyonên serbazî yên gelek dijwartir, bi ser vê rêjîmê de bi rê ve herin û jêrxanên wan ên navkî, bibin armanc.

Pêka gotina çavkaniyên agehdar, egera veşandina derbên girantir û jinavbirina damezraveyên hestriyar ên rêjîma îslamiya Îranê gelek zêde bûye.

Ev huşdarîdana Amerîka û Îsraîl, li halekê de ye ku rêjîma Îranê ji sala 1400 a rojî ve, santrîfiyûjên cura IR9 ên lezgîn û pêşkevtîtir ji alavên din ên santrîfiyûjên Îranê, li navendên xwe yên meyandina Uraniyomê de bi kar anîne.

Ew santrîfiyûjên IR9 ên nivşa 5 in û 50 qat lezgîntir ji alavên Santrîfiyûj ên cura IR1, berhemê didin ku bo meyandina gelek lezgîntir a Uraniyomê tê bikaranîn.