
Çalakvanekî medenî û jîngehparêz ê xelkê bajarê Sinê û 6 welatiyên xelkê bajarê Nexedê, ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve hatine binçavkirin.
Pêka raporên belavbûyî, Roja Înê 6ê Pûşperê, çalakvan û jêngehparêzekêî xelkê “Hesenava”yê ser bi bajarê Sinê yê bi navê “Celal Xudamuradî”, li êrêîşkirina neyasayî ya hêzên îtilaat rêjîmê bo ser mala wî, bi awayekî tundûtîj û bi bêrîzîkirin bi malbat û gotinên kirêt bi endamên malbata wî hatiye binçavkirin.
Herwisa li roja Pêncşemî 5ê Cozerdanê “Saman Seyîdmehmûdiyan û Saman Kakememî”, û li roja Sêşemî 3ê Cozerdanê, “Emîn Başûkî, Rehman Xalxalî, Ferhad Kanada û Kawe Qadirî”, ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve hatine girtin.
Ew welatiyên Kurd bi awayê xoserane, bê belgeya yasayî û bi tundîtîjî û bêrêzîkirinê ji aliyê hêzên îtilaat rêjîmê ve hatine girtin û bo cihên xuya hatine veguihastin.
Heta niha, sedema binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser wan welatiyên Kurd, nehatiye zanîn.