
Pêka dawî amarên tomarkirî, rêjîma Îranê li heyva Cozerdanê de zêdetir ji 140 girtî li girtîgehên xwe li searnserê Îranê de bidar vekirine, bi awayek din li her rojekê de 5 girtî hatine bidarvekirin.
Navenda Mafê Mirovî ya Îranê, bi belavkirina raporekê li roja Pêncşemî 5ê Pûşperê, daye zanîn ku 2 girtî yên bi navên “Ezîm Mihemedî”li roja Sêşemî 3ê Pûşperê li girtêgeha rêjîmê li bajarê Qum û “Hebîb Silêmanî” li roja Duşemî 2ê Pûşperê li girtêgeha rêjîmê li bajarê Erakê de, hatine bidarvekirin.
Herwisa vê navenda mafê mirovî ragihandiye ku li heyva Cozerdanê de zêdetir ji 140 haletên bidarvekirinê hatine tomarkirin û bi awayek din rêjîmê her rojê 5 girtî bidar vekirine
Rêjîma Îranê bidarvekirin û sepandina sizaya bidarvekirinê, wek alavek bo tepeserkirina xelkê bi taybet netewên Kurd û Belûç bi kar tîne.