Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

John Bolton, danûstandin digel rêjîma Îranê bi “bê encam” binav kir

10:56 - 1 Hezîran 2025

Şêwirdarê berê yê Ewlehiya Netewî ya Amerîkayê ragihand ku mafê rewa yê Îsraîl e ku navnedên navkî yên rêjîma Îranê bike armanc êrîşan û ew pirsgirêk bi tenê pirsgirêka Îsraîl nîne, belku hevdem pirsgirêka me hemiyan e û danûstandin digel vê rêjîmê, bê encam e.

Roja Şemî 10ê Cozerdana 1404 a Rojî, “John Bolton” Senatorê payebilind ê Komarîxwazên Amerîkayê û Şêwirdarê berê yê Ewlehiya Netewî ya Amerîkayê, li hevpeyvîn digel kanala “News Nation” a Amerîkayê de tevî bê encam binavkirina danûstandina Amerîka digel rêjîma Îranê ragihand ku: Mafê rewa yê Îsraîlê ye ku bo parastina xwe, êrîşê bike ser navend û damezraveyên navkî yên rêjîma Îranê.

Herwisa navbirî got: “Ez wa hizir dikim, ku êrîşeke pêşgîrane bi tevavî bo Îsraîlê rewa ye û divê Amerîka piştevanî ji vê yekê bike û heta hekî Îsraîl jî vê yekê ji me nexwaze, em dibe xobexşane bikin”.

Herwisa navbirî ragihand: “hekî em bibêjin, bernameya navkî ya rêjîma Îranê bi tenê pirsgirêka îsraîl e, ew nerast e, werin em digel xwe rast bin, ev pirsgirêk ya me hemiyan e”.