
Li berdewamiya bidarvekirina girtiyan li girtîgehên rêjîmê, 13 girtiyên din li girtîgehên rêjîmê li bajarên “Simnan, Kerec, Minûcan, Urmiye û Yasûc”ê de hatine bidarvekirin.
Pêka raporên belavbûyî, rêjîma Îranê ji destpêka heyva Cozerdanê heta 13 Cozerdanê, zêdetir ji 80 girtî li girtîgehên xwe li seranserê Îranê de bidar vekirine û li wan çend rojên derbasbûyî de 13 girtî li girtîgehên xwe çendîn bajaran de bidar vekirine.
Pêka raporên belavbûyî li 13ê Cozerdanê de “Bêhnam Xefarî “ li girtîgeha rêjîmê li bajarê Yasûcê, “Mecîd Bêhzadî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Minûcanê de hatine bidarvekirin
Herwisa li 12ê Cozerdanê jî “Mihemedîn Restigarî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Simnanê û Nasir Nebîzade li girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê de hatine bidarvekirin.
Herwisa li 12ê Cozerdanê, “Elî Keremî, Nesrelîriza Şehbazî, Elîebas Meqdem, Secad Nebîzade, Yasîn Aqayî, Nezîr Mihemed, Şukrullah xelkê Efxanistanê, Bêhrad ku nasnavê wî nehatiye zanîn û kesekî nenaskirî, li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kercê de hatine bidarvekirin.
Rêjîma Îranê bidarvekirina girtiyan û sepandina sizayaya bidarvekirinê, wek alavek bo tepeserkirina zêdetir a xelkê bi taybet xelkê Kurd û Belûç bi kar tîne.