
Piştî ragihandina agirbesta li navbera Îsraîl û rêjîma Îranê, rêberên olî yên Cihûyan ji aliyê rêjîmê ve hatine gazîkirin û rastî lêpirsînan û gefxwearinên dezgehên ewlehî hatine.
Pêka raporên belavbûyî, piştî ragihandina agirbesta li navbera Îsraîl û rêjîma Îranê, 2 xaxamên Cihû û herwisa çendîn “Hazan” anku mamostayên olî yên Cihûyan, ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarên Têhran û Şîrazê de kevtine ber gefxwarinan û bo navendên ewlehî yên rêjîmê hatine gazîkirin û heta bi rêya kurte peyaman anku SMS, gef li wan hatine xwarin.
Pêka gotina hinek çavkaniyan, rêjîmê Encumena Kelîmiyên Îranê, neçar kirine ku bo civaka Cihûyan, kurte peyamên SMS ên gefxwarinê bişînin.
Herwisa pêla binçavkirinên xosearne û bi hêceta sîxurîkirin bo Îsraîl li Îranê dest pê kirine ku civaka Cihûyan jî li xwe girtiye.
Civaka cihûyên Îranê heşîmetek zêde hene û pêka zanyariyan, piştî Îsraîl, mezintirîn civaka cihûyan li cîhanê li Îranê de ye.
Hevdem digel givaşa bo ser cihûyan, rêjîmê li Rojhilatê Kurdistanê de dest bi binçavkirina bi kom a xelkê kiriye û tola şikesta xwe ji Îsraîl û Amerîkayê, ji xelkê medenî diveke.